Amadekariya avakirina Meclisa Jîngehê tê kirin

Desteya Jîngehê ya Rêvegberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo amadekariya avakirina Meclisa Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist.

Amadekariya avakirina Meclisa Jîngehê tê kirin
21 sibat 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de hevserokatiyên desteyên jîngehê yên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Di civînê de rêbaz û mekanîzmaya avakirina Meclisa Jîngehê hatin nîqaşkirin.

Her wiha 5 endam ji bo amadekirina reşnivîsa qanûna xebata Meclisa Jîngehê, erk û sazûmaniya wê hatin erkdarkirin. Divê reşnivîs di navbera mehekê de were amadekirin, pêşkêşî Meclisa Gelan a Demokratîk were kirin da ku piştre li ser erê bikin.

(fr)