Tevî astengiyan zimanê Kurdî hebûna xwe diparêze
Tevgera Nûjen ya Kurdistanî- Sûriye semînerek li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, girîngiya parastina zimanê Kurdî û rêbazên fêrkirina wê nîqaş kirin.
Semîner li navenda Tevgera Nûjen ya Kurdistanî - Sûriye ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat dayîn. Tê de bal li ser girîngiya parastina zimanê Kurdî li gor pêşketinê hat kişandin û tê de rewşenbîr, mamoste û siyasetmedar beşdar bûn.
Di semînerê de berdevkê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Mihemed Zêdo li ser kevebûna zimanê Kurdî ya li gor zimannasan ku ew ji zimanên herî kevin ên mirovan e û rola wê di pêşxistina civakê de, axivî.
Zêdo got: "Hejmara kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivin nêzî 70 mîlyon kes e. Ew jî tevî hewldanên bişaftin û zehemtiyên ku ji aliyê dewletên zordest ve hatine pêkanîn. Ew hewldan bi rêya qedexekirina bikaranîna zimanê Kurdî, qedexekirina fêrkirina wî li dibistanan û cezakirina kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivin."
Zêdo diyar kir ku dayika Kurd ev ziman ji nifşekî gihand nifşekî din ku niha jî li dibistanan tê fêrkirin û got: "Hin malbat di vê yekê de rola xwe dilîzin. Bi zarokên xwe re bi zimanekî din diaxivin û zimanê xwe paşguh dikin. Ev jî roleke neyênî ye û rê li ber domdarî û pêşketina zimên digire."
Zêdo spasiya rewşenbîr û lêkolerên ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û derbaskirina wê ji bo nifşên din kedê didin, kir.
Piştre beşdaran teqezî bi girêdana xurt a di navbera ziman û nasnameya çandî de da.
Li dawiya semînerê hunermenda ciwan Dilîn Ehmed helbest û stran pêşkêş kirin.
(mh)
ANHA