Aloziya mirovî ya li Xezayê û cezakirina Îranê rojevên rojnameyên erebî ne

Li gorî çavdêran şêniyên herêma Xezayê ji birçîna qîr dikin û hîn jî civaka navneteweyî bê deng e. Li aliyê din jî tê gotin ihtîmala cezakirineke nû ya li ser Îranê were ferzkirin. Di heman demê de Lubnan di bin zextên Amerîka, rewşa li hindirê welat û pêwistiya tunekirina çekên Hizbullahê de diçe û tê.

Aloziya mirovî ya li Xezayê û cezakirina Îranê rojevên rojnameyên erebî ne
7 tebax, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û malperên erebî vê sibê mijara rewşa mirovî ya li Xezayê, têkiliyên di navbera Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de û çarenûsa Hizbullahê wek rojevên sereke nirxandin.

ALOZIYA MIROVÎ YA LI XEZAYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser felaket û rewşa mirovî ya li herêma Xezayê û birçîbûna ji ber dorpêçê li wir çêbûye û diyar kir ku birçîkirin bi zanebûn li ser gelê Xezayê hatiye ferzkirin. Rojnameyê di nivîsa xwe de pirsên “Çima rewş gihaştiye vê astê? Rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî li ku ne? Çi qas wêne ji cîhanê re pêwîst in da ku rastiya li wir bibînin?” kirin.

Di dewama nivîsê de hate gotin: “Xeza veguheriye neynika bêxemiya cîhanê. Birçîbûna li wir ne qeder e. Ji ber dorpêça demdirêj û siyasetên li wir pêk hatiye. Welat bêyî derfetên jiyanê hat hiştin.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de îşaret pê kir ku “rewşa li Xezayê ne tenê birçîbûn e, mirina wijdanê mirovahiyê ye” û wiha dom kir: “Nifşê li wir dijî beranberî şerekî mezin e. Sîstema cîhanê li hember rewşa li wir bê hêz e. Nifşê li wir fehm kiriye; aştî li paytextên mezin ên cîhanê çênabe.”

‘ÎRAN DI NAVBERA DAN Û STANDIN Û ÇEKAN DE YE’

Rojnameya El Xelîc li ser têkiliyên Îranê yên bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re nivîsek weşand. Di nivîsê de tê gotin asoyeke zelel di dan û standinên Îran û DYA’yê de nîn e û wiha dom kir: “’Mekanîzmeya vegera bi xwe ya cezayan’ ji aliyê hevgirtina Ewropayê (Fransa, Almanya û Brîtanya) ve zêde bûye. Ev bi piştgiriya DYA û Îsraîlê bi rê ve diçe. Heke hat û makînazmaya behsa mijarê ket meriyetê tê wateya her şeş biryarên cezayan ên sala 2015’an ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve li ser Îranê hatine ferizkirin, carekê bikevin pratîkê. Ev dê derbeyeke mezin li dijî aboriya Îranê be.”

Ev mekanîzma di peymana 2015’an de hatiye bicihkirin. Li gorî wê her aliyek peyman îmze kiriye, dikare bi awayekî fermî cezayên li ser Îranê hatine ferzkirin, pratîze bike. Ev bêyî biryareke nû ya Konseya Ewlehiyê tê kirin. Li gorî wê endamên daîmî yên konseyê jî nikarin vetoyê li dijî biryarê bi kar bînin.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Armanc ew e beriya Cotmeha 2025’an ku dawî li mekanîzmaya çekan were, cezayên li dijî Îranê ji nû ve werin zindîkirin. Îran jî van kiryaran wek tevgera dijminane ya li dijî xwe pênase dike. Dibe ku ev wê ber bi vekişîna ji peymana nukleer ve bibe. Dibe ev rewş metirsiyan di dosyaya nukleerê ya Îranê de çêke.”

‘PIŞTÎ KIŞANDINA ÇEKÊN HIZBULLAHÊ ÇI DIBE?’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser bandorên muhtemel ên biryara hikumeta Lubnanê ya ‘çek tenê di destê dewletê de’ ku di nav de tunekirina çekên Huzbullahê jî heye. Rojnameyê di nivîsa xwe ya li ser mijarê de diyar kir: “Çarenûsa çekdarên Hizbullahê ku hejmara wan di navbera 5-10 hezarî de ye, dê çi be? Di demekê de hîn tu nerîneke zelal a entegrasyona wan di saziyên dewletê de tune ye. Nîqaş di navbera dan û standina hundirîn an hilweşandina wan a nava artêşê de hîn zelal nebûye. Bi taybet di mijara çekên giran de wekî fuze û dironan. Ya ji vê girîngtir jî çarenûsa bi hezaran çekdarên Hizbullahê ye.  Ev metirsiyan zêdetir dike ev kom bibin hêzeke din a bêdisîplîn. Wiha jî metirsiyan li ser ewlekariya hindurîn çêdike. Hewldanên başkirina rewşa aboriyê têk dibe.

Alî li bendê ne çekên wan ên giran werin îmhakirin. Ev beranberî piştgiriyeke sînordar ji artêşa Lubnanê re tê kirin. Bi şertê ev piştgirî metirsiyê li ser Îsraîlê çêneke. Ev di çarçoveya bernameyeke DYA’yê ya bi şert de dê bi pêş bikeve.”

(dc)