Rêjeya serketinê ya ezmûnên refa 12`an ji sedî 70`ê ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 hezar û 902 xwendekarên xwendina giştî û serbest ên refa 12`an (wêjeyî, zanistî û pîşeyî) ezmûnên xwe yên navendî û nenavendî pêk anîne. Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê rêjeya serketinê ji sedî 70`ê ye.

Rêjeya serketinê ya ezmûnên refa 12`an ji sedî 70`ê ye
7 tebax, 2025   11:56
QAMIŞLO

Duh (6`ê Tebaxê) encamên ezmûnên xwendekarên refa 12`an ên giştî û serbest (wêjeyî, zanistî û pîşeyî) ên xwendina dibistanên Rêveberiya Xweser hatin belavkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî girtine, 4 hezar û 902 xwendekaran ezmûnên xwe pêşkêş kirine, ji wan ên ku bi ser ketine 3 hezar û 424 xwendekar in. Rêjeya serketinê ji sedî 70`ê ye. Ji hejmara giştî yên ku ezmûn pêşkêş kirine jî hezar û 478 xwendekar bi ser nektine, rêjeya binketinê jî ji sedî 30`ye.

Hejmara xwendekarên refa 12`an ên xwendina serbest ku ezmûnên xwe di navbera 15`ê Hezîranê heta 6`ê Tîrmehê de kirine, 2 hezar û 648 xwendekar bûn.

Ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an ên giştî bi awayekî navendî herî dawî sala xwendinê ya 2021-2022`an pêk hatine, lewma ji wê salê ve sîstema ezmûnên navendî ji bo xwendekarên xwendina giştî hatine rakirin û li şûna wê wan ezmûnên xwe bi awayekî nenavendî dawiya sala xwendinê li dibistanên xwe pêk anîn.

Bi giştî hejmara xwendekarên refên 9 û 12`an ên dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala xwendinê ya 2024-2025`an de 22 hezar û 620 xwendekar bûn.

(sb/fr)

ANHA