‘Almanya vegerandina penaberên sûriyeyî gotûbêj dike’

Rojnameyan nivîsî ku bi zêdebûna zextên leşkerî li ser Tehranê, herêm ketiye qonaxeke pir xeternak. Almanya li ser dersînorkirina penaberên sûriyeyî gotûbêjan dike.

‘Almanya vegerandina penaberên sûriyeyî gotûbêj dike’
1 nîsan, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser şerê li Îranê, vebijêrkên Tehranê di pevçûnê de û mijara derxistina penaberên sûriyeyî ji Almanyayê nivîsîn.

‘TEHRAN DI NAVA AGIR DE YE Û WASHINGTON VEBIJÊRKA BEJAHÎ AKTÎF DIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Şerê li herêmê ketiye qonaxeke pir xeternak, ji ber ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump zexta leşkerî û siyasî li ser Tehranê gihandiye astên herî bilind.

Ji hêla siyasî ve, Trump li ser daxwaza vekirina Tengava Hurmuzê israr kir, bang li hevalbendên Washingtonê kir ku roleke mezintir bilîzin û rexneyên tund li welatên ku ji ber bihayên sotemeniyê yên bilind bandor bûne kir.

Li ser erdê, bi berfirehkirina “banka armancan” a Îsraîlê re, Tehran bi gefên nû bersiv da. Tehranê got ew ê tolê hilîne û şer berdewam bike.

‘ÊRIŞÊN SÎBER… LÊGERÎNA ÎRANÊ JI BO HEVSENGIYA HÊZÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî: “Dema ku ji êrişeke mûşekî ya Îranê direviyan, îsraîliyên ku telefonên Android bi kar tînin peyameke nivîskî wergirt ku tê de girêdanek hebû ku agahdariya li ser stargehan dide. Lê dema ku ew ditikandin, bernameyeke sîxuriyê peya dibû ku rê da hackeran bigihêjin kameraya cîhazê, cih û hemû daneyên wê.”

Rojnameyê nivîsî ku ev cureyê operasyonê guhertineke nû di şer de nîşan dide.

‘DERXISTINA GIRSEYÎ YA SÛRIYEYIYAN LI ALMANYAYÊ’

Rojnameya El Ereb nivîsî ku daxuyaniyên şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz li ser vegera piraniya sûreyiyan di nava 3 salan de li Almanya gengeşeyeke berfireh derxistiye holê. Aborînas û siyasetmedaran li ser encamên aborî yên cidî yên vê koçberiya girseyî hişyarî dan.

Di civîna çapemeniyê ya roja Duşemê de bi serokê Sûriyeyê Ehmed El Şara re, Merz behsa vegera nêzîkî ji sedî 80’yê sûriyeyiyên ku li Almanyayê dijîn bo welatê wan di nav 3 salên bê de, kir.

Merz diyar kir ku piştî zêdetirî salekê ji bidawîbûna şer "rewşa li Sûriyeyê baş guheriye" û got “ji ber vê yekê divê hewcedariya parastinê ji nû ve were nirxandin.”

Ji ber vê aloziyê, şansolyeyê Alman roja Sêşemê daxuyaniyek zelal da û diyar kir ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ev yek pêşkêş kiriye.

(k)