Şandeya YPJ`ê li Şamê ye

Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bike, li Şamê ye.

Şandeya YPJ`ê li Şamê ye
1 nîsan, 2026   10:59
NAVENDA NÛEYAN

Li gorî çavkaniyên leşkerî, şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbasî paytexta Sûriyeyê Şamê bû.

Tê payîn ku şandeya YPJ`ê bi wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re bicive û tevlêbûna YPJ`ê ya di nava artêşa Sûriyeyê de nîqaş bikin.