Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin

Alîkariya ku ji bo koçberan ji hêla Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî ve derbasî Rojava bûbû, îro li Qamişloyê tê belavkirin. Piştre dê alîkarî li koçberên bajarên din ên kantona Cizîrê jî bê belavkirin.

Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
Alîkariya ji Başûr hatiye li Qamişloyê tê belavkirin
22 ÇILE, 2026   12:57
QAMIŞLO

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî ku duh ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji ber êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ev çend roj e berê xwe didin bajarên kantona Cizîrê, gihaşt bajarê Qamişlo û îro dest bi belavkirina alîkariyê hate kirin.

Alîkarî bi hevkariya Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî, Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê li koçberan tê belavkirin.

Alîkarî ji nivîn û xurekê pêk tê, ji bo zarokan jî dê di beşeke din de alîkarî bên pêşkêşkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji Heyva Sor a Kurd wergirtine, belavkirina alîkariyê îro li bajarê Qamişlo dest pê kir û dê di rojên bê de li bajarên Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê yên ku koçber lê ne jî bê belavkirin.

(sb)

ANHA