Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk li dijî jîngehê sûcan pêk tîne

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê di Roja Jîngehê ya Cîhanê de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jîngeha herêmê. Nexasim birîna daran, şewitandina zeviyên çandiniyê û qutkirina avê.

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk li dijî jîngehê sûcan pêk tîne
5 hezîran, 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, nexasim êrişên dawîn ên hemwextî pêvajoya hilbijartinan, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî plankirî ekolojî û jîngeha Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir dikin. Di rojên borî de bi sedan dar li Efrînê hatin qutkirin. Bi qutkirina daran re herêmê ber bi çolistanê ve diçe. Li kêlek wê jî ziwabûna çemê Firatê bi xwe re zirarên mezin li dijî jîngehê, çandiniyê û erdnîgariya herêmê tîne.

Di berdewama daxuyaniyê de qutkirina avê ji ser bajarê Hesekê û merhûmkirina avê li ser sedhezaran şêniyan hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû çalakvan, rêxistin û partiyên ekolojîk hat kirin ku van sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Her wiha vê rojê li tevahî çalakvan, tevger û rêxistinên ekolojî pîroz dikin.

(mh)