KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?

KONGRA GEL diyar kir ku ji ber xiyaneta PDK'ê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê derbasî asta herî bilind bûye û pirsa 'Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye kir?' li hemû hêzan kir.

KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?
5 tebax 2024   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL têkildarî dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re daxuyaniyek weşand.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL di destpêka daxuyaniya xwe de got, "Gelê me li çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîneke mezin dimeşîne. Her çar dewletên dagirker ên li Kurdistanê jî di heman demê de di nav qeyraneke mezin de ne.

Di vê pêvajoya şerê cîhanê ya sêyemîn de di gelek deverên cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn şer û qeyran her diçe mezin dibe. Ev rewş bi giştî li ser çar dewletên dagirkerên Kurdistanê bandor dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk ji ber têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal e bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin neçar maye û hate gotin, "Bi taybetî jî piştî têkçûna DAÎŞ'ê û serketina Rojava, ev 10 sal e dewleta Tirk di sê parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd û gerîla şerekî qirêj dimeşîne. Dewleta faşîst ji bo serketinê konsepteke taybet amade kir û bi hemû derfetên xwe seferber bû. Lê belê li hember gerîlayên azadiyê ser neket. Di şer de israr û serneketin, di Tirkiyê de pergala aboriyê jî têk bir. Dewleta Tirk di nav vê sedsalê de bi rengê herî mezin şikiya ye.

'TI WELATAN QEBÛL NEKIR, TENÊ MALBATA BARZANÎ XIZMETA JI BO DEWLETA TIRK QEBÛL KIRIYE'

Ji ber vê yekê jî baweriya dewleta Tirk a ku bi tenê hêza xwe di vî şerê qirêj de serbikeve nemaye. Ji ber vê yekê ye ku ji bo alîkarî bistînin, li gelek welatan serlêdan kirin. Lê belê gor pêwîstiyên xwe encam negirtin. Tenê malbata Barzanî bi hemû derfetên xwe xizmeta dewleta Tirk qebûl kiriye. Niha bi pêşengtiya malbata Barzanî, başûrê Kurdistanê wek herêmeke girêdayî dewleta Tirk, gav bi gav tê dagirkirinê.

Dewleta Tirk bi pêşengtiya malbata Barzanî gundên başûr bombebaran dike, hasilên wan dişewîtine, gundiyan dikuje, koçber dike û xwe di herêmê de cîh dike.

Dewleta Tirk dagirkerê xaka Kurdistanê ya herî mezin e. Yanî neyarê gelê Kurd ya herî mezin e. Wek netewe hebûna gelê Kurd qebûl nake. Di asta herî jor de neyartiya xwe dike. Lê belê neyartiya xwe bi tenê serê xwe nikare bike. Bi alîkariya malbata Barzaniya neyartiya gelê Kurd dike."

Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî dewam kir:

"Eger dewleta Tirk bi ser bikeve, di çar parçeyên Kurdistanê de 'Kurdê azad' wê winda bike. Li başûr jî wek 'Kurdê noker' tenê malbata Barzanî yê qezenç bike. 'Kurdê noker' di nav gelê Kurd de wek 'cehş' tê naskirin. Di destpêkê heta niha di têkoşîna malbata Barzaniyan de her tim û her tişt ji bo desthilatdariya malbatê çêbûye. Desthilatdariya neteweyî û yekîtiya neteweyî hîç nebûye hedefa esasî. Di bingeha tevahî pirsgirêkên di navbera partî û rêxistinên Kurd de hatî jiyankirinê de ev zîhniyeta malbatî sedemê sereke ye.

Îro jî di bingeha tifaqa dewleta Tirk, DAÎŞ û malbata Barzanî de dîsa heman zihniyet heye. Zîhniyeta ku di sala 1968’an de li ser şoreşgerên rojhilatê Kurdistanê li gel Şahê Îranê bazarî çêkirin, di sala 1971’an de li ser Dr. Şivan û hevalên wî li gel dewleta Tirk bazarî çêkirin, di sala 1996’an de ji bo girtina Hewlêrê li gel Saddam bazarî çêkirin û ya îro jî heman zîhniyet e.

'JI BER BÊDENGIYÊ XIYANET EWQASÎ MEZIN BÛYE KU JI XIYANETÊ JÎ DERBAS KIRIYE'

Li hemû cîhanê ev siyaset wek xiyanet tê naskirin û li hember wî helwest tê girtin û têkoşîneke neteweyî û civakî tê meşandine. Mixabin li Kurdistanê li hemberî xiyaneta malbata Barzaniyan bêdengiyek mezin heye. Ji ber vê bêdengiyê xiyanet ewqas mezin bûye ku ji xiyanetê jî derbas kiriye.

Ji bo gelê çar parçeyên Kurdistanê xeteriya herî mezin jî ev e. Ji ber vê bêdengiyê xiyeneta malbata Barzaniyan gihîştiye lutkeya herî jor. Niha li başûrê Kurdistanê hemû cihê lê desthilatdarin teslîmê dewleta Tirkan dikin.

Di vê pêvajoya ku malbata Barzaniyan başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dikin, li bakûrê Kurdistanê jî êrişa dewleta Tirka gêhiştiye asta herî jor. Li derveyî êrişên li ser zindanan, li ser partiya siyasî û gelê Kurd dikin, niha jî li ser çand, ziman, hetta dawet û dîlanên gelê Kurd re êriş û neyartiyê di herî asta jor de dikin.

Heman siyaset û êrişên dewleta Tirkan, li ser Rojava û bi giştî li ser tevahî destketên gêlê Kurd ên çar perçeyên Kurdistanê her tim berdewame."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL di dawiay daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî li gelê Kurd kir:

"Êdî dem hatiye, bi berxwedana gerîla û ya gelê me em dikarin rejîma faşist a dewleta Tirk têk bibin. Şert û mercên serketinê çêbûye. Bi têkçûna rejîma faşist a dewleta Tirk him di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo 'Kurdê azad' çareseriya siyasî him jî bo yekîtiya neteweya demokratik zemîn çêdibe.

'TIRS JI MIRINÊ XERABTIR E, BÊDENGIYA LI HEMBERÎ XIYANET Û DAGIRKERIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Lê belê ji bo serketinê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê pêwîstiya bilindkirina têkoşînê heye. Pêwîstiya şikestina bêdengiya li hemberî xiyanetê heye. Tirs ji mirinê xiraptir e. Bêdengiya îro bi hîç tu awayî nayê qebulkirin.

Em bang dikin ji bo hemû partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hûnermend, pêkhateyên civakî re:

Dîrok û gel Wê ji her kesî pirs bike: 'Ka bêjin li hemberî xiyanet û dagirkeriyê we çi kir?'.

Ji bo ku bersîva vê pirsê erênî bidin pêwîste herkes li hemberî xiyaneta malbata Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigre, deng û tÊkoşîna xwe bilind bike.

Bi rastî jî bi berxwedana Rêber Apo û gerîlayên fedayiyên Kurdistanê, ji bo têkçûna xiyanet û dagirkeriyê şert û mercên dîrokî çêbûne. Dewleta Tirk û malbata Barzaniyan her du jî pir tengav in. Ew qasî tengav in ku muhtacî herkesî ne. Em wekî gel û dostên me dikarin tifaqa Tirk, Barzanî û DAÎŞ'ê, bikin zemînê serketinê ya vê dema dîrokî.

Ji bo bilindkirina tekoşîna dijî tifaqa dagirkerî û xiyanetê, em ji gelên Kurdistanê û dostên xwe re dibêjin, dem dema serketinê ye, dem dema xwedî derketina berxwedana Rêber Apo û gerîla ye."