Mazbataya hevşaredarê Wanê yê DEM Partiyê dan namzetê AKP’ê

Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbataya şaredarîtiyê li şûna namzetê DEM Partiyê yê serkeftî, da namzetê AKP’ê yê di hilbijartinê de têkçûyî.

Mazbataya hevşaredarê Wanê yê DEM Partiyê dan namzetê AKP’ê
2 nîsan 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî paşavegirtina mafên qedexekirî yên hevşaredarê bajarê mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li dijî îradeya xelkê Wanê derbe hate kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê mazbata da namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê biryar ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê birê Abdullah Zeydan, bi rêjeyeke dengan a ji sedî 55’ê hat hilbijartin. Lê belê darazê li ser fermaneke siyasî, ji bo hilbijartinê du roj mabûn ku pêvajoya îtîrazê xist meriyetê û li dijî îradeya xelkê Wanê darbeyeke siyasî kir û xesp kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê bi biryareke derhiqûqî mazbata da namzetê partiya duyemîn. Em bang li tevahiya endamên xwe, hempîşeyên xwe û raya giştî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li vîna gel derkevin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ji sedî 55,48'ê dengan standibû. Namzetê AKP’ê jî ji sedî 27,15’ê dengan standibû.