Şaredariya Gel a Helebê serkeftina DEM Partiyê pîroz kir

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye serkeftina DEM Partiyê di hilbijaritnan de pîroz kir.

Şaredariya Gel a Helebê serkeftina DEM Partiyê pîroz kir
2 nîsan 2024   14:42
HELEB

Endamên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber avahiya xwe ya li Şêxmeqsûdê kom bûn û bi daxuyaniyekê serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên xwecih de pîroz kir.

Hevseroka Şaredariya Gel Sêvîn Emûnî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de serkeftina DEM Partiyê li gelê Bakurê Kurdistanê hate pîrozkirin. Hate daiyarkirin ku bi vê serkeftinê, maska li rûyê AKP û şirîkên wê yên faşîst, ket.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "AKP’ê ya terorîstên li cîhanê derbasî herêmên me kirin û bi hezaran şênî koçber kirin, giraniya xwe ji dest daye. Bi kiryarên xwe rê li pêşiya aştiyê girt. Ji ber dijminatiya wê û hewldanên veşandina serfiraziyên osmaniyan, herêm wêran kir."

Di dawiyê de hate gotin: "Vîna gelên demokratîk ên şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan teqez dê bi ser keve û ev yek di dîrokê de îsbat bûye. Serkeftina li Bakurê Kurdistanê hatiye bidestxistin pîroz be. Em ê bi rihê gelê şoreşger xeta berxwedanê berdewam bikin û xeyalên şehîdên xwe yên leheng pêk bînin."

(şx)

ANHA