Rojnameyên erebî hilbijartinên Tirkiye û Bakur çawa nirxandin?

 Di rojnameyên erebî de encamên hilbijartinên xwecih ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî binkeftina herî mezin a Erdogan û partiya wî hat nirxandin. Hate diyarkirin ku hilbijartin  dê bandorê li rewşa siyasî ya siberojê ya Tirkiyeyê bike.

Rojnameyên erebî hilbijartinên Tirkiye û Bakur çawa nirxandin?
2 nîsan 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û malperên erebî di weşanên xwe de cih da hilbijartinên xwecih ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Li gorî rojnameya, Rojnameyê El Erebî El Cedîd hilbijartinên vê carê wekî binkeftina herî mezin a Erdogan nirxand û hate gotin, encamên hilbijartinên xwecih ên Tirkiye rewşeke nû  nexşeyeke siyasî ya cuda li welat rave dike.

Her wiha hate gotin, "Dibe ku encamên hilbijartinan bandorê li siyaseta siberojê ya Tirkiyeyê bike, nemaze ku ji duh ve rageşî di nava partiyê de dest pê kiribû. Li gel vê rewşê Erdogan, li xwe mikur hat ku ev binkeftin di dîroka partiyê de xaleke guhertinê ye û dê wê ber bi hesabpirsînê ve bibe."

Rojnameyê binkeftina AKP’ê spart 3 sedeman û ev nirxandin hat kirin "Sedema yekemîn rewşa aborî û zêdebûna bihayan e ku bi awayekî mezin paşde çûye û bandor li rewşa debarê ya welatiyan kiriye. Sedema duyemîn jî girêdayê hevalbendiya CHP û DEM Partî ya Kurdan e. DEM Partiyê li bajarên mezin bi taybetî li Stenbolê dengê xwe dan namzetên CHP’ê.   Sedema sêyemîn jî pêşketina Partiya Rafahê ye. Rafahê karibû dengan ji destê mûhafezkarên îslamî derbixe û giha rêjeyeke baş ku bandor li AKP’ê kir."

Tora El Erebiya jî nirxandinên akademîsyen û şîrovekarê siyasî yê tirkî Haydar Çakmak parve kir. Beşek ji nirxandinên Çakmak wiha ye: "Erdogan di salên dawîn de siyaseteke aborî ya binkeftî meşand. Kiryarên wî yên îslamî yên li welat bû sedem ku ji Ereban dûr bikeve. Ji vê yekê zêdekir, gendelî û binpêkirinan qanûnan belav bûne. Ev hemû bûn sedema paşketina partiya wî ya desthilatdar. Di encamê de, partiya desthilatdar di hilbijartiên xwecih de bibin ket. Ev binkeftin ji bo wê wekî derseke giran xuya bû."

Li gorî rojnameya Ereb El Londoniye, binkeftina APK’ê  bandor li aboriyê jî kir ku nirxê lîreyê tirkî daket û bandor li saktora avakirinê jî kir.

(bb)