Ajokarên Hesekê daxwaza dabînkirina para xwe ya mazotê kir

Ajokarên li Hesekê daxwaza vegerandina para xwe ya mazota baş kir û diyar kir ku bihabûna sotemeniyê dihêle ku kirêya rêyan bê zêdekirin.

Ajokarên Hesekê daxwaza dabînkirina para xwe ya mazotê kir
Ajokarên Hesekê daxwaza dabînkirina para xwe ya mazotê kir
Ajokarên Hesekê daxwaza dabînkirina para xwe ya mazotê kir
3 tîrmeh, 2026   04:20
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Ajokarên siwareyên veguhastina giştî yên derve û hundirê bajarê Hesekê ji ber kêmbûna para wan a sotemeniyê û bilindbûna buhayên wê gazincan dikin. 

Ajokarên ku li ser rêyên di navbera bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê dixebitin, diyar kir ku ew zehmetiyan di dabînkirina mazotê de dikişînin, carinan neçar dimînin mazotê ji sûka reş bikirin, ev dihêle ku heqê hatin û çûnê ne wekî hev be û rêwî aciziyên xwe tînin ziman.  

Der barê mijarê de ajokar Luqman Hiso diyar kir ku bilindkirina bihayê mazotê heta 88 sentan zirareke mezin li ajokaran kir, lê li bajarên din ajokar mazotê bi bihayê 500 lîreyên sûrî digirin, ev dihêle ku li her herêmekê kirêya rê cuda be û wiha got: “Ma çê dibe li her bajarekî parêzgeha Hesekê sotemenî bi buhayekî cuda bê firotin? Çima dema buhayê dolar dadikeve buhayê sotemeniyê jî danakeve?

Luqman Hiso destnîşan kir ku bihabûna sotemeniyê hişt ku kirya rêyan jî biha bibe, welatî nikarin barê kiryeke wiha rakin, bihabûna sotemeniyê bandorê li buhayên hemû kel û pelan dike.

Ajokar Diyar Mihemed jî da zanîn ku di demekê de ku para ajokarên xetên ku ji bajarê Hesekê derdikevin nayê danîn, hinek ajokar hîn jî para xwe ya ji mazotê digirin. Ev wan neçar dike ji sûka hur bi bihayên bilind mazotê bikirin.

Mihemed daxwaz kir ku divê para sotemeniyê ji bo hemû ajokaran bê dabînkirin, ev dê bihêle kirêya hemû rêyan bibe yek û barê welatiyan jî sivik bibe.

Ajokar Ezîz Dawûd Ehmed destnîşan kir ku piştî rawestandin mazota baş ji bo ajokaran kirê jî zêde bû, berê wan heftane 50 lîtreyên mazotê bi dest dixist. Ehmed daxwaz ji Komîteya Sotemeniyê û Sendîqeya Ajokaran kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê û wekhevkirina kirya rêyan xebatekê bide meşandin.

Der barê mijarê de Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê ji ajansa me re diyar kir ku ew ji ber pêwîstiyên sektorên xizmetguzariyê yên sereke dabîn dikin, vê demê dayîna mazota xizmetguzarî ya ji bo çûn û hatinê rawestandiye, ji ber ku miqdara heyî têrê nake.

Komîteyê da zanîn ku vegerandina avê ji stasyona Elokê wê zexta li ser bikaranîna mazotê kêm bike û bihêle li bajêr zêde bibe. Ev ê bihêle ku planek ji bo dayîna mazota xizmetguzariyê ji bo benzînxaneyan jî bê danîn.

(sb)

ANHA