HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) têkildarî dîroka Cihûyên li Qamişloyê semînerek da.

HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
HRRK‘ê têkildarî dîroka Cihûyan semînerek da
2 tîrmeh, 2026   21:51
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) semînerek bi sernavê "Li Qamişloyê cihû" organize kir. Di semînerê de  hejmarek rewşenbîrên û nivîskar  amade bûn.

Semîner li navenda HRRK‘ê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre nivîskar Faris Osman semîner bi rêve bir.

Osman hebûna dîrokî ya Cihûyan û hatina wan a yekemîn ber bi Qamişloyê ve vegot.

Osman anî ziman ku di sala 1926‘an de malbatên yekemîn ên Cihûyan ji Nisêbîn û Zaxoya Başûrê Kurdistanê derbasî Qamişloyê bûn û navendên bazirganiyê wekî sûka Ezrayê û dêra "Nehûm Şî Abdullahê" û dikanên cur bi cur ava kirin.

Faris Osman bi domdarî got, Fransî dema di Sûriyeyê de bûn Cihû teşwîq dikirin ku werin herêmê. Her wiha anî ziman ku di sala 1943‘an de hejmara Cihûyan ên hatin Qamişloyê bû 4 hezar kes.

Faris Osman destnîşan kir ku Cihûyan di sala 1946‘an de anku piştî serxwebûna Sûriyeyê dibistan bi erêkirina hikumeta Sûriyeyê ya wê demê vekirin.

(bb)

ANHA