Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî sibe kom dibe
Rafael Grossi ragihand ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) piştî êrişên Amerîkayê biryar daye ku sibe civîneke awarte li dar bixe.

Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafael Grossi li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê daxuyaniyek da.
Rafael Grossi piştî êrişên Emerîka yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, bang li Lijneya Rêvebiran kir ku sibe bi awayek lezgîn civînek awarte were lidarxistin.
Herwiha Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrevanî jî, piştî êrişa Emerîka ya li ser Îranê, ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest civînek awarte were lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye şerê Îsraîl û Îranê ku bi êrişa Îsraîlê di 13 Hezîranê de dest pê kir, di roja xwe ya 10’an de berdewam dike.
Amerîkayê danê siharê êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê kir û Îranê jî dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin.