Agirê Newrozê her rojê geştir dibe
Agirê Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her rojê geştir dibe. Her wiha li bajarên herêmê ji 15’ê Adarê bi lixwekirina cilên gelêrî û gerandina dîlan û pêxistina agiran pîrozbahiyên Newrozê didomon.
Ji 15’ê Adarê ve pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 2025’an li Bakur û Rojhilaêt Sûriyeyê hatin destpêkirin.
Şênî di pîrozbahiyan de cilên gelêrî li xwe dikin. Ji diyardeyên herî girîng ên pîrozbahiyan xelekên govendê ne ku mirov bi hev re di atmosfêreke şadî û kêfxweşiyê de dîlan digire. Agirê Newrozê her rojê geştir dibe. Wê di 21’ê Adarê de li 12 cihan pîrozbahiyên Newrozê werin lidarxistin.
Agirê Newrozê sembola nûbûn û azadiyê ye. Êdî pîrozbahî li piranî herêman tên lidarxistin. Ev yek nîşaneya rihê yekitî û hevgirtinê di nava gelê Kurd de nîşan dide.
Îsal wê pîrozbahiyên girseyî li 12 cihên cuda li Sûriyeyê werin lidarxistin, li kêlek wê jî wê çalakî li gelek bajarên Kurdistanê û navendên li seranserî cîhanê ku Kurd lê hene, şahî werin lidarxistin.
Wê di van pîrozbahiyan de beşdariyeke girseyî ya şêniyan hebe. Civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dilên tijî hêvî û şadî xwe amade dikin ku boneyê pêşwaz bikin.
(fr)
ANHA
Heleb
Bendava tişrêmê
Amûdê
Tirbespiyê
Hesekê
Qamişlo