El Hecrî "Danezana destûrî" red kir

Serokê Taîfeya Mislimanên Miwehedîn a Durzî şêx Hikmet El Hecrî metirsiyên xwe der barê rewşa nediyar a li Sûriyeyê de anîn ziman û dubarebûna dîmena birêvebirina yekrengî ji hêla desthilata Şamê ve şermezar kir û yekcar "Danezana destûrî" red kir.

El Hecrî "Danezana destûrî" red kir
18 adar, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rohanî yê Taîfeya Mislimanên Miwehedîn a Durzî şêx Hikmet Selman El Hecrî metirsiya xwe li ser rewşa bimij û veşartî ya li Sûriyeyê anî ziman, siyaseta defakto ya bi yekrengî ku desthilata Şamê bi rê ve dibe red kir.

El Hecrî di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî ya medyaya dîjîtal parve kiriye dubarebûna dîmena birêvebirina yekrengî ji her tiştî re ji hêla desthilata Şamê ve şermezar kir û got desthilata Şamê rêzê ji bawername, pisporî, ûsûlên qanûnî û mîsaqên navneteweyî re nagire, her wiha serkirdeyên nepispor ên ji rengê HTŞ’ê di desthilatê de erkdar kir.

El Hecrî di daxuyaniya xwe de qaşo" Kongreya Niştîmanî" ku desthilata Şamê li dar xistiye rexne kir û destnîşan kir ku pêdiviya avakirina dewletê bi kongreyeke giştî heye ku tê de nûnerên ji tevahî welat beşdar bûn.

Her wiha El Hecrî têkildarî komkujiyên li perava Sûriyeyê bûne xemgîniya xwe anî ziman û got ew komkujî sûcên DAIŞ’ê tînin bîra mirov û li dijî rewabûna navneteweyî û pransîbên olî û exlaqî ne, her wiha desthilata Şamê tawanbar kir ku ew berpirsê kesên ev komkujî kirine, ye.

Der barê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê de El Hecrî ew danezan yekcar red kir û got ji komîteya ji heman rengî ye derketiye. Di danezanê de tevahî welat radestî kesekî dibe û bi wê re desthilateke destpot a nû tê damezrandin.

El Hecrî di dawiyê de bang kir ku bi awayekî cidî û bi rêya planeke aşkera bixebitin ku "Danezaneke destûrî" ya durixst li gorî ûsul û qanûnê were birêxistinkirin, da ku pergaleke demokratîk a hevbeş were damezrandin. Ji bo wê yekê divê komîte ji tevahî parêzgehan werin avakirin ku "danezana destûrî" ji nû ve formûle bikin û taybetmendiya dîrokî û çandî ya tevahî welatê di ber çavan re were girtin û rêz ji mafên mirovan re wergirtin, her wiha desthilat ji hev werin cudakirin û serbixwe bin û hwd.

(fr)