Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê

Agirê ku baregehên dewleta Tirk ên li gundewarê Zirganê pê xistiye gihîşt bakurê bajarê Til Temirê. Şênî û Tîmên Awarte hewldanan didomînin ku agir vemirînin, ziraran sînordar bikin.

Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
Agirê ji Zirganê ve pê ketiye gihîşt bakurê Til Temirê
18 hezîran, 2026   16:17
HESEKÊ

Agirê ku baregehên Tirkiyeyê yên li gundewarê bajarê Zirganê pêxistiye gihîşt gundewarê bakurê Til Temirê, rûberên berfireh ji zeviyên çandiniyê û giyayan şewitand. Tîmên Awarte û şênî hewldanên xwe didomînin ku agir vemirînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, leza hewa û bilindbûna pileyên germahiyê hştin agir zû belav bibe û rûberên berfireh bişewitîne. Bi wê re rûberên berfireh ji şewatê ji kontrolê derketin û gefan şewitandina zêde ya zeviyên çandiniyê, mal û milkan dixwin.

Tîmên Awarte û şênî ji gelek aliyên ve hewl dide agir vemirînin, da ku negihîne gund û herêmên niştecihan.

Ligel berdewama berbelavbûna agir, şêniyan bangên bilez li aliyên eleqedar û rêxistinên mirovî kir ku piştevaniyê bi alav, amûrên agirkujî û tankerên avê bikin, da ku şewatê kontrol bikin û ziraran sînordar bikin.

(fr)

ANHA