Satkopa Qamişloyê: Di van rojan de dê pirsgirêka mazotê çareser bibe

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku ev 2-3 roj e ji ber nebûna elektrîkê zehmetiyeke mezin dikişînin. Rêveberiya Satkopa bajêr jî diyar kir ku ji ber xebatên entegrasyonê mazot kêm tê ji wan re. Dê di navbera 2-3 rojan de çareser bibe.

Satkopa Qamişloyê: Di van rojan de dê pirsgirêka mazotê çareser bibe
Satkopa Qamişloyê: Di van rojan de dê pirsgirêka mazotê çareser bibe
Satkopa Qamişloyê: Di van rojan de dê pirsgirêka mazotê çareser bibe
18 hezîran, 2026   16:15
QAMIŞLO

Ev 3 roj e li bajarê Qamişloyê jeneratorên hinek taxan ji ber nebûna mazotê kar nakin. Ji ber germaya zêde, bandora neyînî ya nebûna elektrîkê zêde dibe. 

Li gorî agahiyên me ji rêveberiya Satkopa bajêr wergirtine, ev 3 roj e ji ber xebatên entegrasyonê mazot kêm tê ji wan re. Dê di nava 2-3 rojan de ev kêmasî bi dawî bibin.

Şêniyê bi navê Lewend Hecî Hesen nerazîbûna xwe nîşanî nebûna mazotê da û got: “Ev 2-3 roj e nebûna sotemeniyê bandoreke gelekî giran li jiyana gel kiriye. Ev pirsgirêk di demeke pir nebaş de pêk hat. Dinya germ e, dîsa ezmûnên xwendekaran hene, dîsa mijara çandiniyê heye. Em her car dibînin aloziyek li pey aloziyeke din tê. Gelo mijar ji rêveberiya ne baş e? Gel bi şev ranazê û bi roj jî neçar in biçin kar. Divê ji gel re bêjin pirsgirêk çi ye. Eger mijar entegrasyon e, bila ji gel re bidin xuyakirin. Divê şefafî hebe.”

Welatiyê bi navê Elî Nazim jî da zanîn ku mazot pir biha ye û wiha axivî “Em dixwazin buhayê mazotê kêm bibe. Elektrîka ku tê jî pir kêm e. Dinya germ e, em dişewitin. Divê kesên berpirsyar ji gel re bêjin pirsgirêk çi ye”

Li Qamişloyê gel elektrîka xwe ji jeneratoran werdigire. Di Cotmeha 2023’yan de dewleta Tirk tevahî cihên elektrîkê bombebaran kirin, êdî elektrîk nehat ji bajêr re, gel neçar ma bi şev û roj elektrîkê ji jeneretoran bigire.

(bî-rt)

ANHA