Agirbesta Hemas-Îsraîlê heta rojeke din dirêj bû

Îsraîl û Hemasê li hev kir ku agirbestê heta rojeke din dirêj bikin.

Agirbesta Hemas-Îsraîlê heta rojeke din dirêj bû
30 mijdar, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê ragihand ku li ser dirêjkirina agirbestê heta rojeke din, bi Îsraîlê re li hev kiriye. 

Artêşa Îsraîlê dabû zanîn: “Lihevkirina bi Hemasê re dê bê dirêjkirin, ji bo ku navbeynkar bikarin xebatên xilaskirina dîlgirtiyên li Xezayê berdewam bikin.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî got her du aliyan li gorî şertên berê li hev kiriye ku agirbestê heta rojeke din dirêj bikin û alîkariyên mirovî derbas bibin.

(şx)