Rewşa li herêmên hikumeta Şamê û kongreyên avhewayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa herêmên hikumeta Şamê, encamên şer ên li ser Îsraîlê û kongreya avhewayê ku îro li Îmaratê dest pê dike, kir.

Rewşa li herêmên hikumeta Şamê û kongreyên avhewayê rojeva rojnameyên erebî ne
30 mijdar, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Ereb îşaret bi qutbûna kehrebeyê heta saetên dirêj li herêmên hikumeta Şamê kir, li gel daxuyaniyên rayedarên wê ku dibe siberoj ji vê xirabtir be, ev jî êş û zehmetiyên welatiyan zêde dike. Li gelek taxên paytextê, bajarê Hims û Siweyda yên başûrê Sûriyeyê di çend rojên dawîn de kehrebe bi dehan saetan qut bû.

Li gorî rojnameyê, hikumeta Şamê plan dike saetên kêmkirina kehrebeyê zêde bike. Welatî li hember vê yekê nerazî ne, nemaze ku ev gav hemwextî zêdekirina fatoreyên kehrebeyê ye ku barên sûriyeyiyan girantir kir.

‘ÎSRAÎLÊ WEKÎ BERÊ LÊ NAYÊ’

Tora El Hura têkildarî kar û barên Îsraîlê diyar kir ku şerê Xezayê dibe ku meyla îsraîliyan ber bi rastgiran ve zêdetir bike. Her wiha destnîşan kir ku ev tê wê wateyê ku “Îsraîl wekî berê lê nayê”. Li gorî torê, îhtimal heye serokwezîrê niha Benjamin Netanyahu erka xwe temam bike, heke neçar be berde jî, Îsraîl dê îdeolojiyeke cuda nepejirîne. Torê bal kişand ser hin ankêtan û diyar kir ku îsraîlî bi hejmarên zêde serî li Partiya Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Benny Gantz didin ku îhtîmal heye ew jî rêgeza rastgir a li hember doza Filistînê dûr nekeve.

‘KONGREYÊN AVHEWAYÊ NE KÊRHATÎ NE’

Der barê kongreya avhewyê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn ku kongre îro li bajarê Dubay ê Îmaratê li dar dikeve. Hêvî hene ku der barê avhewayê li ser asta cîhanê, pêşketin çêbe û dehfek bide hewldanên navneteweyî ji bo ku sozên taybet ên girêdayî guhertina avhewayê hatine dayîn, pêk werin.

Girêdayî heman mijarê, malpera Frans 24 da zanîn ku berjewendiyên cuda bandorê li kongreyê dikin û dihêle ew ne kêrhatî be. Ji Cupa 21 û Lihevkirina Parîsê ve, derketina gazên binerd zêde bû. Wê demê hate pêşbînkirin ku derketina gazên binerd heta 2030`î bi rêjeya ji sedî 16 zêde bibe. Lê NY`yê ev rêje heta ji sedî 2 kêm kir. Ev jî vedigere xwespartina li enerjiya paqij ku roleke nayê înkarkirin di vî warî de lîstiye. Lê dîsa jî metirsî li avhewayê berdewam e.

(şx)