Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê 2 endamên komên girêdayî hikumeta Şamê girtin û çekên di destê wan de desteser kirin.

Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin
Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin
Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin
Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin
30 mijdar, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek parve kir û di daxuyaniyê de got: “Duh serê sibê hêzên taybet operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di encamê de li rojhilatê Dêrazorê 2 kes hatin girtin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya xebatên me de ku ji bo girtina kesên hewl didin tevliheviyê li herêmê belav bikin, şopandina tevgera 2 endamên komên girêdayî hikumeta Şamê, hêzên me yên taybet (HAT) bi operasyoneke serkeftî, her du endam girtin û çek û amûrên di destê wan de desteser kirin.”

(şx)