Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya

Însiyativa gel a navçeya sirinê tev li pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ bû.

Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Sirînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
26 cotmeh, 2023   14:10
KOBANÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Sirîn a girêdayî Kobanê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de meşiyan û gotin; “Bê Serok jiyan nabe”. 

Meşa ji aliyê înîsiyatîfa gel Sirinê ve hat organîzekirin, ji destpêka navçeyê destpê kir û heta pêşiya Şaredariya Sirînê dom kir.

Piştî meşa ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin, daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Şaredariya Navçeya Sirînê Mehmûd Şêxo daxuyanî xwend û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên tunekirina gelên azadîxwaz şermezar kir. Mehmûd Şêxo got; “Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, em ê li ser piyan bin.” 

Çalakî bi diruşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(eş)

ANHA