Di topbarana Idlibê de 3 kes hatin kuştin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li Idlibê de 3 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di topbarana Idlibê de 3 kes hatin kuştin
26 cotmeh, 2023   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di topbarana hêzên hikumeta Şamê li Idlibê de 3 kes hatin kuştin û hin jî bi giranî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê aliyê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

SOHR′ê aşkera kirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

(fr)