Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin

Xwediyên patozan li Kobanê amdekariyên demsala çinîna ceh û genim dikin. Wan diyar kir ku her tiştên wan amade ye û dê piştî 2 rojan bi rê bikevin.

Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
Li Kobanê patoz amade ne û wê piştî 2 rojan dest bi çinînê bikin
18 gulan, 2026   06:30
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi nêzîkbûna mewsima çinîna dexlûdanan re, xwediyên patozan ev meheke dest bi xebatên çeksazkirina patozên xwe kiribûn. Niha jî patozên xwe amade kirine û wê piştî du rojan ber bi herêma Cizîrê ve bi rêkevin.

`PATOZ AMADE NE Û PIŞTÎ DU ROJAN BI RÊ KEVIN`

Derbarê mijarê de xwediyê patozê Adil Elî Hesen ê ji gundê Çolbegiyan yê rojavayê bajarê Kobanê ye diyar kir ku bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, xwediyên patozan patoz amade kirine û dê piştî du rojan bi rê kevin û wiha got: "Li Kobanê çeksazkirina patozan qediya ye û niha patoz amade ne."

Adil Elî Hesen wiha dewam kir: "Îsal baran gelekî zêde bû û wê berhem jî îsal baş be. Ji ber barîna baranê em îsal dereng bi rê ketin."

Hesen hêviyên xwe anî ziman ku demsala çinînê bi ewlehî û aramî derbas bibe.

ANHA