Geşdanên li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê behsa geşedanên li Xezayê, bandorên wê li ser Iraq û herêmê û planên pêşerojê yên Îsraîlê kirin.

Geşdanên li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ne
5 kanûn, 2023   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq  El Ewsat têkildar geşedanên li Xezayê nûçeyek weşand. Di nûçeya xwe de rojnameyê ku agahiyên xwe spartin dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê diyar kir ku Îsraîl plan dike tonela li Xezayê bi ava Deryaya Spî bigire. Ji bo ku şervanên Tevgera Hemasê jê derkevin. Rojnameyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê navîna meha borî bicihkirina hilmijên mezin ên avê li bakurê kampa El Şati ya li Xezayê bi dawî kiriye. Di vê çarçoveyê de rojnameyê îşaret bi metirsiyên Amerîkayê li hember gihandina avê ji Xezayê re kir ku rayedarekî amerîkî anîne ziman û navê wî aşkera nekiriye.

WASHINGTON BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN KOMAN DIKE HEDEF

Der barê rewşa li Iraqê de rojnameya El Erebî El Cedîd diyar kir ku Amerîkayê di çarçove bersivdayîna êrişên li dijî navendên wê de, avahiyeke li herêma El Seîdat a li derdora Cirf El Saxir li başûrê Bexdayê di 22`yê Mijdarê de bombebaran kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên iraqî yên nêzî komên çekdar ên alîgirên Îranê, ragihand ku di bombebaranê de, werşeyeke çêkirina balafirên bêmirov bi temamî hatiye rûxandin. Ev werşe ya koma Ketaêb Hizbullahê ya Iraqê ye. Li gor rojanemyê îhtîmal heye ku Washingtonê hedefgirtina bernameya balafirên bêmirov ên komên çekdar ên Iraqê kiriye nava lîsteya xwe.

GEŞEDANÊN LI XEZAYÊ

Rojnameya El Cimhuriye jî destnîşan kir ku Bejamin Netanyahu dizane Washington ji vê bêtir fişarê lê nake ji bo ku şerê li Xezayê rawestîne. Ji ber wê li gor rojnameyê, dê projeyekê pêşkêş bike ku hêvî dike pêvajoya wê ya yekemîn dawiya 2024`an an ku bi bidawîbûna serokatiya Jeo Biden xilas bike. Ev dê bi xwe re rastiyên din li Xeza û Şerîdê re bîne.

(şx)