Rûsya 41 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li deryaya Azov û Qirmê xistin erdê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 41 balafirên bê mirov ên Ukraynayê li ser deryaya Azov û hin din li nîv girava Qirmê xistiye erdê. Li aliyekî din rayedarên ukraynayî gotin Moskovê êrişên xwe li dijî Avdiika zêde kirine.

Rûsya 41 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li deryaya Azov û Qirmê xistin erdê
5 kanûn, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala hewayî 4 balafirên Ukraynayê xistiye erdê û 2 din jî li ser deryaya Azovê tune kiriye. 

Wezareta di daxuyaniya xwe de wiha axivî: “5`ê Kanûnê saet derdora 6:00`an sibê li gor dema Moskovê, hewldaneke Kievê ya pêkanîna êrişan bi balafirên bêmirov li dijî Rûsyayê hate têkbirin. Pergala parastinê 4 balafirên xistin erdê û 2 din li ser deryaya Azovê bê bandor kir.”

Beriya wê jî wezaretê gotibû ku Ukraynayê duşem bi şev hewl daye êrişeke bi balafirên bêmirov pêk bîne. Lê pergala parastinê 22 balafirên xistin erdê û 13 jî li deryaya Azov û nîvgirava Qirmê bê bandor kirin.

Rayedarên ukraynayî jî gotin, hêzên Rûsyayê duh êrişên xwe li dijî Avdiika zêde kirine û artêşa Rûsyayê ber bi rojhilatê Ukraynayê ve pêşketina xwe didomîne.

(şx)