Bandorên medya dijîtal di Mîhrîcana Rojava de hatin vegotin

bandorên medya dijîtal li civak hate dayîn. Beşdarvanan diyar kirin ku medya dijîtal ji bo têgihiştina civakî baş e, lê divê civak bi rêya wê dûrî civakbûnê nekeve.

Bandorên medya dijîtal di Mîhrîcana Rojava de hatin vegotin
20 kanûn, 2023   11:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner ku ji milê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û li navenda wê ya bajarê Qamişlo ve tê lidarxistin, didome. Duh di roja pêncemîn a mîhrîcanê de semînerek li ser erênî û neyiniyên medya dijîtal ji hêla rojnamevan û nivîskar Dijwar Ehmed Axa ve hat dayîn.

Beşdervnên semînerê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

JI BO TÊGIHIŞTINA CIVAKÎ BAŞ E

Helbestvan û nivîskar Ciwanê Ebdal diyar kir ku aliyên erênî û neyinî yê medya dijîtalê hene û got, ji bo têgihiştina civakî tiştekî baş e, lê di nav de nerînên dijî çanda kurdî derdikevin.

`DIVÊ CIVAK DÛRÎ CIVAKBÛNÊ NEÇE`

Xwînerê bi navê Ebdulmecîd Hesen jî semîner bi asteke baş nirxand û da zanîn ku semînerên bi mijarên civakî ji bo xelkê pêwîstiyeke û wiha got: “Beşdarbûna malbatan ji van semîneran dê bandoreke erênî ji pêşeroja nifşên bê bike. Bikaranîna zarokan ji telefonan re wan dûrî civakbûn û hestên wan ên malbatî dike. Divê her dayik baldar be.”

Ebdulmecîd Hesen destnîşan kir ku buhayê amûrên teknelojî jî zêde ye, nifşên nû her demekê xwestekên wan ên guherîna amûran çêdibe û ev jî vedigere bandora kaptalîzmê û wiha pê de çû: “Ferd dikare sûdê ji wergirtina agahiyan ji medyayê bike.”

ANHA