Welatiyê di topbarana Şêrawayê de birîndar bûbû, şehîd bû

Welatiyê di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundekî bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Welatiyê di topbarana Şêrawayê de birîndar bûbû, şehîd bû
19 mijdar, 2024   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî danê nîvro gundê Aqîbê yê girêdayî bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrînê û Şehbayê topbaran kiribû, di encamê de welatiyê bi navê Heysem Ebdurehman Îsa (42) bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, Heysem Ebdurehman ji ber birîna xwe ya giran gihaşt asta şehadetê.

(fr)