80 girtiyên filistînî hatin berdan

Çavkaniyên filistînî ragihand ku Îsraîlê nêzî 80 girtiyên ji Xezayê serbest berdane.

80 girtiyên filistînî hatin berdan
10 nîsan, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ragihandinê yên filistînî ragihand ku Îsraîlê îro nêzî 80 girtiyên ji Xezayê serbest berdan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih girtine; "Hejmarek girtiyên ku ji girtîgehên dagirkeran hatin berdan, gihaştin Nexweşxaneya Şuheda El Eqsa ya li Dêr Belehê ya naverasta Xezayê."

Çavkaniyan diyar kir ku piraniya girtiyên hatine berdan temenmezin in û şopên îşkenceyê li ser laşên hinekan hene.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî da zanîn ku 10 girtiyên ku hatine berdan, gihaştin Nexweşxaneya Şuheda El Eqsa.

Li gorî Desteya Kar û Barên Dîlgirtî û Rizgarkiriyan jî, zêdetirî 2 hezar girtiyên ji Xezayê hîna di girtîgehên Sîdiye Tîman, Entût, Ofer a leşkerî û Neqebê de ne.

(bb)