Meclisa Til Hemîsê spasiya Hêzên Asayîşê kir

Meclisa Bajarê Til Hemîsê spasiya Hêzên Asayîşê kir û diyarî pêşkêşî wan kirin.

Meclisa Til Hemîsê spasiya Hêzên Asayîşê kir
10 nîsan, 2025   14:26
QAMIŞLO

Ji ber keda wan a parastina ewlehiya herêmê, Meclisa Bajarê Til Hemîsê bi çalakiyekê spasiya endamên Hêzên Asayîşê kir.

Çalakî li hola meclisa bajar bi amadebûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û endam û rêveberên Hêzên Asayîşê hat lidarxistin.

Meclisê plaket diyarî endamên hêzên Asayîşê kirin. Rêveberên Asayîşê jî diyar kir ku dê parastina ewlehiya herêmê bidomînin û spasiya meclisê kir.

(bb)

ANHA