8 sal piştî rizgarkirina Tebqayê; di avakirina civaka demokratîk de jin li pêş in
Di salvegera 8’an a rizgarkirina kantona Tebqayê de, rola jinan wek bingeheka projeya avakirina civakeke demokratîk derdikeve pêş.
Li ser banga şêniyên Tebqayê, bi taybetî jinan ku wan ji hovîtiya DAIŞ’ê xelas bike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêngaveke rizgarkirinê dabû destpêkirin. Pêngav di 10’ê Gulana 2017’an de bi rizgarkirina Tebayê tacîdar bûn. Piştî rizgarkirinê şêniyan bi pêşengiya jinan xebatên birêxistinkirin û jinûveavakirinê dane destpêkirin. Di encama kedeke bêhempa de gelê Tebqayê statu û rêveberiyeke nimûneyî ava kir.
JI ÇEWISANDINÊ BER BI RÊVEBIRINÊ VE
Beriya dagirkeriya DAIŞ’ê, rola jinên li Tebqayê wekî yên deverên din ên Sûriyeyê bû ku di çarçoveya sazî, malbatî û perwerdeyê de sînodar bû. Di dema dagirkirinê de, jin ji qadên giştî yên jiyanê bi temamî dûrxistî bûn. Lê bi rizgarkirinê re, jinan pêvajoyeke nû ya xwebirêxistinkirinê û standina mafên xwe da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di bin banê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de mafên xwe standin û roleke sereke di hemû qadên jiyanê de pêk anîn.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Semîra Hebeş diyar kir ku Kombûna Zenûbiya sîwana xebata birêxistinkirî ya jinan e û got kombûna ji gelek komîteyan wekî lihevanîn, tenduristî, perwerdeya siyasî û civakî û komîteya aborî pêk anî. Semîra bal kişand ser xebata komîteya aborî jî û bi bîr xist ku komîteyê projeyên biçûk wekî vekirina firin, kargehên mast û penêr û projeyên çandiniyê vekirin.
Semîra anî ziman ku wan jinên kantona bi rêxistin kirin da ku bikarin di aliyê aborî û civakî de nûnertiya xwe bikin û got: "Jêdetirî ji sedî 50’yê xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jin in. Zêdetirî vê yekê di hemû aliyan de rêxistinên taybet ên jin û zarokan hatine avakirin."
JIN DI NAVENDÊN BIRYARDAYÎNÊ DE
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Tirkiye El Hemade jî bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di sîstema Rêveberiya Xweser de û got: "Hebûna me ya îro li vir li ser esasên sabit û nêrîneke diyarker e."
Tirkiye El Hemade îşaret bi xebatên desteyê kir û bi bîr xist ku wan ji bo pêşxistina jinan di aliyê aborî de gelek proje pêk anîne û got: "Me terzîxaneyek û navendek a perwerdekirina pîşesazî û kombuterê vekirin. Bi van projeyan jian xweseriya xwe ya aborî ava kirin û rola wan di hilbirandina xwecih de bi pêş ket.”
JIN Û PARASTIN
Rola jinan di qada sivîl de tenê sînordar nîn e, lê di qada leşkerî de jî pêşengî kirin. Jinan cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de girtine û di pêngavên şerê li dijî DAIŞ’ê de li pêş bûn. Ji nava êşên ku çeteyên DAIŞ’ê li Tebqayê hiştine, çîroka jina bi navê Sûad Oso derdikeve pêş ku niha wek endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê kar dike.
Sûad dayika 5 zarokan e. Çeteyên DAIŞ’ê hevjînê wê qetil kir. Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de bê kar hatibû hiştin. Sûad der barê mijarê de got: "Karê me tenê di hundirê malê de bû, ne azadî û ne jî dengên me nebûn. Lê bi rizgarkirinê re min rûpelek nû ya jiyanê vekir. Tevlêbûna min a Mala Jinan jiyana min da guhertin, hişt ku ez bibim jineke serbixwe ku bikarim jiyaneke baştir ji xwe û ji zarokên xwe re ava bikim. Ev hemû bi saya rêxistin û tevgerên jinan e. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan hêz da min. Em deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in."
Jin diyar dikin ku ezmûna jinên li kantona Tebqayê nimûneyeke bêhempa ye ku dikare li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn. Jin ne tenê şahidên guhertînê ne, lê di heman demê de afrîner in, beşdariya wan a di rêveberî û parastinê de mîsogeriya rasteqîn a avakirina civakeke adilane, wekhev û azad e.
(bb)
ANHA