8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye

8 roj e hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Tebqa -Selemiyê  girtî ye.

8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye
8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye
8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye
8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye
8 roj e rêya Tebqa - Selemiyê girtî ye
13 cotmeh, 2025   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev 8 roj e hêzên hikumeta veguhêz rêya di navbera bajarê Tebqa ya Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Selemiyê yê hundirê Sûriyeyê de girtî ye. Li beramber wê Rêveberiya Xweser ji bo kesên bixwazin derbasî deverên din ên Sûriyeyê bibin, tu astengî dernaxe.

Di 5ˊê Cotmehê de hêzên hikûmeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê bi temamî li pêşiya rêwî û barhilgiran girtiye. Hêzên hikumetê li çatrêya El Zekiye ya nêzî devera Eseriya ya beyara Sûriyeyê ya girêdayî Hemayê bi cih bûne û nahêlin ereb derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û jê derkevin. Bi wê re ji bo bi hezaran rêwiyên ku piranî nexweş û xwendekar in, karesatek çêkir.

Li gorî ajokarên basan, hikûmeta veguhêz duh hin rêyên şaxî ku rêwiyan li beramberî pereyên zêde tê re diçûn û dihatin, ew jî girtin.

Li beramberî vê yekê, Rêveberiya Xweser rê dide ku erebe berê xwe bibin bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz, da ku derbas bibin. Lê hêzên hikumetê yên li ser bendan nahêlin ew derbas bibin û piştî bendewariyekê bi çend saetan vedigerin.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 27’ê Îlonê beriya ku êrişî Dêr Hafirê bike,  rêya Dêr Hafir û Helebê girt.  Di encamê de hejmarek sivîl di wan êrişan de birîndar bûbûn.

(ac/fr)

ANHA