Li Humsê êriş li gerînendeya dibistanekê hat kirin

Hejmarek malbatên xwendekarên dibistaneke taxa Beyade ya bajarê Humsê li gerînendeya dibistanekê da. Di bûyereke din a heman dibistanê de, piştî pirsên girêdayî aîdeyetbûna wê ya mezhebî hatin kirin mamosteyek ji kar hat sekinandin.

Li Humsê êriş li gerînendeya dibistanekê hat kirin
13 cotmeh, 2025   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya di beşa perwerdeyê ya li Humsê de didome. Li gel wê tu yasayên pêşîl li wan tevliheviya bigirin tune ne û pirsgirêk didomin.

Ligel ku hejmarek xwendekar ji ber tevliheviyên dubare yên di proseya perwerdeyê de naçin dibistanan, vê sibehê îşkence li gerînendeya dibistana Îskenderiyê ya taxa Beyade hat kirin.

Hejmarek malbatên xwendekaran bêyî tu sedemên zelal, ketin hurmeta dibistanê û êrişî gerînendeya dibistanê Samiya Horiye kir. Ev êriş binpêkirina aşkera li dijî heybeta saziyên perwerdeyê ye.

Li gorî agahiyan, heta niha tu tedbîrên qanûnî li dijî êrişkaran nehatine girtin, ev jî diyar dike ku êrişkar girêdayî hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Hat zanîn ku di heman dibistanê de pirs ji mamosteyekê hatine kirin ku ew Elewî ye yan na, piştre ew mamoste ji kar hat sekinandin.

Di bûyerek din de çekdaran êrişî avahiya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Şamê kiribû û li dijî kadroyên perwerdehiyê binpêkirin pêk anîn.

Hefteya borî jî mamosteya bi navê Leyal Demir Xerîb ku berê xwe dida dibistana Welîd El Necar a taxa Cendelî, ji aliyê çekdaran ve hatibû qetilkirin.

Ev bûyer asta xerab a aramiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nîşan didin.

(mh/fr)

ANHA