Şêniyên Til Koçerê tecrîd şermezar kir

Şêniyên Til Koçerê xwest mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got Rêber Abdullah Ocalan dikare pêvajoya heyî ya Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, ewlehî û aramiyê li herêmê mîsoger bike.

Şêniyên Til Koçerê tecrîd şermezar kir
14 cotmeh, 2025   04:50
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê tecrîda domdar a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest mafê wî yê hêviyê pêk were.

Şêniyê bi navê Tariq Ehmed anî ziman ku tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin, nemaze di demekê de ku pêvajoya aştiyê hatiye ragihandin.

Tariq Ehmed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek tecrîda li ser tevahî gelên azadîxwaz ên bi fikr û felsefeya wî bawer in, pênase kir. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin, dawî li tecrîdê bînin, mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Tariq Ehmed anî ziman ku dê heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Fatin Hisên jî tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û Rêber Abdullah Ocalan wek "Rêberê aştî û demokasiyê yê ji bo yekitiya gelan tê dikoşe" pênase kir.

Fatin Hisên anî ziman ku armanca tecrîdê dorpêçkirina fikir û felsefeya wî di hundirê çar dîwarên girtîgehê de ye, ji ber ku dizanin ku dikare edalet û demokasiyê ji gelan re pêk bîne.

Emîr Seyid Elî jî daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna edaletê ji Rêber Abdullah Ocalan re kir û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola yekrêziya gelan û wekheviyê ye. Her wiha got hewldanên hedefgirtina wî ji bo têkbirina hevgirtin û yekbûna gelan in.

Emîr Seyid Elî da zanîn ku gelên herêmê hay ji van planan heye, lewre dê nekevin xefika wan. Elî got dê têkoşînê bidomînin heya azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(bb)

ANHA