8 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin

Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê di operasyonekê de li Tebqayê şebeyeke belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir destgîr kir.

8 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
21 mijdar, 2025   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên kantona Tebqayê berbanga 20’ê Mijdarê operasyonek li kantona Tebqayê li dar xist.

Hate diyarkirin ku operasyon pişt şopandinê pêk hat, di encamê de 8 kes hatin destgîrkirin.

Navendê destnîşan kir ku di operasyonê de miqdareke madeyên hişbir, pereyên amerîkî û koryayî yên zexte, bombeyên destan, belgeyên fermî û telefonan destan hatin desteserkirin.

Hate diyarkirin ku kesên hate destgîrkirin, di lêpirsînê de li ser sûcên kirine li xwe mikur hatine û sewqî dadgeha giştî hatin kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku dê operasyonên xwe li dijî şebekeyên madeyên hişbirê bidomînin.

(bb)