79 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed agahî nayê girtin

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 79 roj e agahî nayê girtin.

 79 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed agahî nayê girtin
11 ÇILE, 2024   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 79 roj e agahî nayê girtin.

Parêzer Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re diyar kiribû ku asayîşa Dihokê rê nade wan muwekîlê xwe bibînin. Parêzer destnîşan kiribû ku dosyaya Silêman li cem dezgeha îstîxbaratê ya PDK’ê ye.

Parêzerê Silêman Ehemd gotibû ku tawanên li dijî muwekîlê wan ne rast in û got: "Silêman Ehmed fermî derbasî Rojava bû û bi awayekî fermî ji wir vegeriya. Di heman demê de belgeyên wî yê fermî yên niştecihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û heta roja hatî revandin tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune bûn."

Narîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku wan gelek caran serî li asayîşa Dihokê dane, lê asasyîş rê nade wan muwekîlê xwe bibîne.

DAYIKA SILÊMAN EHMED BANG KIR

Dayika Silêman Ehemd, Sultane Ehmed bi rêya ajansa me bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû ku destwerdanê li dosyaya kurê wê ku hemwelatiyekî herêmê ye bike.

Sultane Ehmed gotibû PDK’ê rê nade wê têkiliyan bi kurê xwe re deyne û banga serbestberdana wî kir.

RÊVEBERIYA ROJNEWS’Ê SERÎ LI NY’YÊ DA

Rêveberiya Ajansa Rojnews agahî da ajansa me, diyar kiribû ku wê ji bo Silêman Ehmed serî li Neteweyên Yekbûyî daye. Rêveberiya Rojnews destnîşan kir ku dosyaya Silêman Ehmed di serî de, dosyayekê der barê pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan de amade dike.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 79 roj e agahî jê nayê girtin.