Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 46’emîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 46’emîn de didome.

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 46’emîn de ye
11 ÇILE, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Di roja 46’emîn de berdewam dike. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hatibû destpêkirin.