76 malbatên koçber ji kampa Holê vegeriyan cihê xwe
Li gor biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 76 malbatên koçber ên kampa Holê ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, vedigeriyan cihê xwe.
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suryeyê ku di sala 2019'an de ku ji bo koçberên ku di kampa Holê de dimînin, biryareke ku vegerîna koçberan pêş dibîne xistibû meriyetê.
Di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Kampa Holê, li ser daxwaza koçberan 76 malbatên ku ji hêrêmên Dêrazorê ne ku li kampa Holê dimînin vegeriyan cihè xwe.
Ji sala 20219'an ve 24 kom vegeriyane herêmên Dêrazorê. Di sala 2025'an de wek koma yekem û ya dawiye ku vegeriyan cihê xwe.
Têkildarî mijarê Rêveberê Ofîsa Kar û Barên Koçberan ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmus Ehmed ji ajansa me ANHA'yê re axivî.
Şêxmus Ehmed da zanîn ku di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Kampa Holê, li ser daxwaza 76 malbatên koçber ku ji 296 kesan pêk tê ku ji hêrêmên Dêrazorê ne ku li kampa Holê dimînin vedigerin cihê xwe û destnîşan kir ku wek koma yekemîne ku derdikevin.
Şêxmus Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku koçberên ku daxwaz dikin ji kampa Holê derbikevin, ji bo wan alîkar dibin û da zanîn ku di derbarê xebatên vegerîna koçberan de bi saziyên têkildar ên navneteweyî re jî agahdar kirine.
Şêxmus Ehmed bal kişand ser metirsiya faliyetên terorî yên çeteyên DAIŞ’ê û destnîşan kir û got: “Bi taybetî piştî hilweşîna reşîma Baas, çeteyên DAIŞ’ê xwestin ji rewşa heyî sudwerbigrin û di nava kampa Holê de tevlîheviyan çêbikin, lewma beriya demekê ji aliyê hêzên Ewlekariya Hindirîn, bi desteka hêzên QSD û YPJ’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê hat lidarxistin û hewldanê terorî hatin têkbirin.”
Şêxmus Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo koçberên ku ji cîh û warên xwe bûne ne tenê yên kampan, ên Serêkaniyê, Girê Spî, koçberên Efrînê jî hîn bêhtir alîkarî bê dayîn.
Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Tevî 13 hezar û 124 penaberên iraqî û 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampê dimînin.
ANHA
(bm-zş)