Li gundewarê Humsê goreke komî hat dîtin
Li gundewearê Humsê goreke komî ku termê 17 kesan tê de bûn hat dîtin.

Li nêzîkî gundê El Muxtariyê li gundewarê bakurê Humsê goreke komî ku termên 17 kesan tê de bûn, hat dîtin. Qurbanî bi kêran ji aliyê milîsên girêdayî rejîma Bais`ê ya berê ve hatine kuştin.
Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), got ku destên çekdarên Difa El Wetenî yên girêdayî rejîma Baisê ya berê di kuştina van sivîlan de heye, ku ew bi komî kuştine û di gorên komî de veşartine.