650 jinên akademîsyen xwest Rêveberiya Xweser were qebûlkirin

650 jinên akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û nivîskar nameyek ji saziyên navneteweyî re şand û xwest Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê binasin.

650 jinên akademîsyen xwest Rêveberiya Xweser were qebûlkirin
28 ÇILE, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 50 welatan saziyên jinan jî di nav de, 650 jinên siyasetmedarên navdar, akademîsyen, hunermend, sendîkavan, aktivîstên mafên mirovan, ji saziyên navneteweyî re name şandin û xwest Rêveberiya Xweser nas bikin.

Name ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres, dîrektora Îcrayê ya UN Women Sima Samî Bahous, seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, serokê Konseya Ewropayê António Luís Santos da Costa û sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Aboul Gheit re hate şandin.

Di nameyê de wiha hat gotin:

“Li Sûriyeyê piştî ku rejîma Esed 8’ê Kanûna 2024’an bi dawî bû, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û civaka demokratîk derfetên xwezayî çêbûne. Divê civak di vê pêvajoyê de xwe ava bike û bi pêş bixe. Bi heman rengî divê li Sûriyeyê jin jî tevli vê pêvajoya avakirinê bibin û bi îradeya xwe teşe bidin siyasetê û hemû warên jiyanê. Li dijî rejîma zextê ya Beasê, bi berxwedana gel, 10 sal in şerekî navxweyî heye. Di vê pêvajoyê de gel, rastî sûcên mezin ên rêxistinên weke DAIŞ’ê hatin. Her wiha bi vê yekê re êrişên dagirkeriya dewleta Tirk jî bi awayê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike domiyan. Gelê Kurd li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji sala 2012’an ve heta niha modela rêveberiya xweser a ku xwe dispêre azadiya jinan, ekolojî û demokrasiyê ava kirin. Jin di vê pergalê de roleke girîng lîstin, di hemû warên civakî û siyasî de cihê xwe girtin. Ji bo parastina xwe û jiyana her kesê, xwe bi rêxistin kirin. Bi Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), YPG û QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê şer kirin û gelek bajaran ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kirin. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeya ku xwedî gelek reng, bawerî û neteweyan e; modela jiyana demokratîk, Konvederalîzma Demokratîk ava kirin. Ev model ji bo avakirina Sûriyeya nû dikare bibe mînak.

Jinên li Sûriyeyê, li dijî êrişên li ser jinan, civakê xwe bi rêxistin kirin. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê, avakirina civaka demokratîk, rastî û edaletê bi biryar in têbikoşin. Ji ber vê yekê 22’yê Kanûna 2024’an Meclisa Jinan a Sûriyeyê, li ser ji nûveavakirina Sûriyeyê deklerasyonek pêşkêş kir. Jinên ji nijad, ol û çandên cuda hatin ba hev û xwestin jin û hemû aliyên civakê, bi awayê çalak tevli pêvajoyên siyasî bibin.

Em piştgirî didin 13 madeyên ku ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê ve hatine diyarkirin. Em armancên ji bo beşdariya jinan di avakirina Sûriyeya nû de girîng dibînin. Her wiha divê ku Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tevli (DAANES) pêvajoya heyî bibe û were naskirin. Ev yek ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê şert e. Em bang li civaka navneteweyî û aktorên siyasî dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bikin, rasterast piştigiriyê bidin saziyên civaka sivîl ên li vê herêmê û hevkariyên demdirêj bikin. Li cihê komên cîhadîst ên ku bîrdozî û pratîka wan tenê biçûkxistina jinan û zexta li ser wan; divê piştgiriyê bidin rêxistinên jinan ên demokratîk û civaka sivîl.

Her wiha divê demildest sewqiyeta çekan a ji bo Tirkiyeyê û piştgiriya siyasî were sekinandin. Bihêzkirina têkiliyên dîplomatîk bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re, di heman demê de dê dawî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bîne û avakirina Sûriyeya demokratîk pêkan be. Niha wek Rêveberiya Xweser dem hatiye ku piştgirî ji hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn re were dayîn û li ba jinên ku li Sûriyeyê ji bo azadî, aştî û demokrasiyê têdikoşin cihê xwe bigrin.”