Li Awisturyayê ji ber bahoza berfê 5 kes mirin

Li Awisturyayê ji ber bahoza berfê 5 kes mirin û ceyrana bi hezaran malan qut bû.

Li Awisturyayê ji ber bahoza berfê 5 kes mirin
21 sibat, 2026   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku duh ji ber bahoza berfê ya li Awisturyayê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. 

Li gorî agahiyên ku polîsan parve kirine, li bajarê Linz ê li bakurê welêt mekîneya berfê bi ser kesekî 53 salî de ket û jiyana xwe ji dest da. Li herêma Tyrolê jî 4 kesan dema xwe li ser berfê dişemitand, di hilweşîna kombûnên berfê de jiyana xwe ji dest da.

Desthilata Tryolê ragihand ku di vê zivistanê de 21 kes dema xwe dişemitand, jiyana xwe ji dest da û hişyarî da ku dê di rojên bê de xetere mezintir be.

Li Viyanayê, trafîka hewayî ku di sibehê de hatibû sekinandin, ji nû ve dest pê kir. Di heman demê de rêya A21 çend saetan girtî ma. Her wiha beşeke rêyên din ên sereke ji ber berfê ne guncaw bûn.

Li gorî medyaya herêmî, li başûr û rojhilatê Awisturyayê nêzîkî 30 hezar mal û li Slovenyayê jî 40 hezar mal bê elektrîk man. Li bakurê rojhilatê welêt jî astengiyên mezin çêbûne.

(bb)