6 Efrînî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û îstîxbarata Tirk 6 welatî ji Efrîna dagirkirî revandin.

6 Efrînî hatin revandin
8 hezîran, 2024   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane, çeteyên ˊFirqet Hemzatˊ 7ˊê Hezîranê welatiyê bi navê Tahir Mihemed Şukrî (54) ê ji gundê Dargirê yê Mabeta ya Efrîna dagirkirî dema ji gund vedigerî Efrînê, revand.

Her wiha îstîxbarata Tirkiyeyê û çeteyên Polîsên Leşkerî li navçeya Raco Arif Reşîd (70), Omer Reşîd Selah Elî (43), Izet Îsmaîl Bîlal (58), Mihemed Mistefa Nasan (45), Îsmaîl Bîlal (37) ku hemû ji gundê Kurê yê navçeya Raco yê revandin.

(fr)