Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Sirînê şervanê QSDˊê şehîd Feysel Elewî oxir kir.

Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
Şehîd Feysel Elewî hat oxirkirin
8 hezîran, 2024   21:42
KOBANÊ

Bi sedan gelê bajarê Sirînê bi merasîmeke girseyî şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Feysel Elewî (Feysel Elewî) ku di 7`ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû li Kobanê şehîd bûbû, îro li goristana şehîdan a Sirînê spartin axê.

Endamê Meclîsa Giştî ya Paritya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Kantona Firatê Ehmed Xoce sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha axivî: "Ti peyv nikarin mêrxaziya şehîd tesawîf bikin, divê em êdî xwedî li wê xeta şehîdên xwe derkevin. Em êdî gihîştine azadiyê û divê em jî bi rihê neteweya demokratîk jiyaneke azad bi saya şehîdên xwe misoger bikin."

 Endamê Meclîsa Leşkerî a Bajarê Sirînê Mistefa Oçkardaş wiha got: " Em soz didin şehîdê xwe ku rêya wî bişopînin û dawî li dagirkeriyê bînin û em ê heta dawiyê ji bo azadiya gelê xwe ala şehîd Feysel hildin."

Piştra wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehîd di nava berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" hat oxirkirin.

(sş)

ANHA