Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku endamê wan Ubêd Xelîfe li ser rêbenda Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ji aliyê kesên nenas ve hat hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkera kir
8 hezîran, 2024   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Roja pêncşemê, (4ˊê Nîsanê), endamê me “Ubêd Xelîfe” piştî ku li ser rêbenda Til Hemîs ê kantona Cizîrê bi erka xwe ya ewlehiyê radibû, ji aliyê kesên nenas ve hat hedefgirtin û gihişt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Ubêd Xelîfe

Navê bav: Himêdî

Navê dayikê: Matra

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Koçer Rabî’e 3/4/2023

Cih û dîroka şehadetê: 04.04.2024 Til Hemîs

Şehîd “Ubêd” ji bo parastina welatê xwe kedên mezin da, hezkiriyê karê xwe bû, her tim dixwast karê xwe bi temamî û bê qisûr pêk bîne. Di karên xwe de bi rêk û pêk û dîsplîn tev digerî. Dema li ser erka xwe parastina welat û gelê xwe dikir gihişt asta şehadetê.

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd “Ubêd” re dixwazin û bejna xwe li hember fedekariyên şehîdan ên ku ji bo parastina ewlehiya gelê me dane, ditewînin û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û gihîştina civakek ewle û aram soza şopandina rêya şehîdan nû dikin."