48 saet maye av bigihêje bajarê Hesekê

Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi xebitandina stasyonên kişandina avê ji çemê Firatê kir, ku av bigihêje bajarê Hesekê. Dê di 48 saetan de av bigihêje bajêr.

48 saet maye av bigihêje bajarê Hesekê
5 tîrmeh 2024   16:29
DÊRAZOR
EHMED ESAF

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya yekemîn a sererastkirina "Qanaya avdanê ya Xabûrê" û stasyonên wê bi dawî kirin. Piştî wê dest bi pêvajoya ceribandinê kir û tê payîn ku di 48 saetan de av bigihêje bajarê Hesekê.

Desteya Avdan û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê 1`ê Tîrmehê xebatên sererastkirinê bi dawî kirin û bi rêya malperên xwe yên fermî bidawîkirina van xebatan ragihandibû ku dest bi tijîkirina qanayê kiriye û stasyon ketiye meriyetê. Her wiha destnîşan kiribû ku dê pêvajoya duyemîn a projeyê temam bike ji bo ku av bigihêje bajarê Hesekê.

Di çarçoveya temamkirina pêvajoya duyemîn de, stasyona avê ya bajarê Sewrê, av berda torên boriyên sereke yên ku bi 3 stasyonan ve hatine girêdan û ber bi bajarê Hesekê ve herikand.

Der barê mijarê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl got: "Ava Firatê dê di 48 saetan de bigihêje bajarê Hesekê. Xebatên sererastkirinê yên pompên girêdayî stasyona Ezîziye bi dawî bûn ku dê avê bide bajarê Hesekê."

Stasyona qanayê ya heta bajarê Sewrê ye, 220 hezar donim zeviyên bakurê kantona Dêrazorê av dide. Di heman demê de ava vexwarinê ji 270 hezar kesî re bi rêya 5 stasyonên sereke wek Herîze, Herîciye, her du stasyonên Xamiye El Sewr peyda dike. Her wiha avê bi rêya stasyon û torên boriyan, ji bajarê Hesekê re peyda dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xebatên sererastkirina "Qanaya Avdanê ya Xabûrê" bi dirêjahiya 50 kîlometreyan destpêka Gulanê ragihandibû.

Li bajarê Hesekê ji 2019`an ve dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê û stasyona Elokê dagir kir, pirsgirêka avê tê jiyîn.

(şx)

ANHA