Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li gundewarên Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fireh kir.

Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin
5 tîrmeh 2024   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha li gundê Yaşlî ve gundên Eseliye û Beg Wêran ên li gundewarê bakurê kantona Minbicê bi guleyên hawan û obîsan topbaran dikin. Hemwextî wê jî gundê Ewn Dadat jî tê topbarankirin.

Der barê zirar û windahiyên canî de tu agahî bi dest neketin.

(fr)