46 caran gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê hatin bombebarankirin

Di 48 saetên borî de balafirên Rûsyayê 46 caran gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin bombebarankirin. Hemwextî wê hêzên Şamê û çeteyên ʹHeyet Tehrîr El Şamʹ li wan eniyan amadekariyên xwe xurt dikin.

46 caran gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê hatin bombebarankirin
16 cotmeh, 2024   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê di 48 saetên borî de ji zêdetirî 2 mehan ve êrişeke zêde ya balafirên şer ên Rûsyayê heye. Hemwextî wê jî hêzên Şamê hejmareke mezin a leşkerên xwe li herêmên gundewarên Helebê belav kirin, li kêlek wê jî çeteyên ʹHeyet Tehrîr El Şamʹ leşkerên xwe li wan eniyan xurt kirin ku êrişî Helebê bike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 48 saetên borî de balafirên şer ên Rûsyayê 46 caran êrişî herêmên dagirkirî kirin. Êrişan li dijî van herêman pêk hatin; derdora gundên Kende, Şêx Sindiyan û Keferêdin ên Cisir Şixûr, girn Kenabê yên bakurê Laziqiyê, gundê Qerqor ê herêma Sehil El Xab a rojavayê Hema, herêma Eyn Zirqa li nêzî Derkoş û daristana Besenqol ê Idlibê, daristana Batenta, rojavayê Meret Misrên li nêzî herêma Şêx Behr.

Piştî hêzên hikumeta Şamê hejmareke mezin a leşkerên xwe ji yekîneyên Firqeya 4ʹan, Firqeya 25ʹan a hêzên taybet, Feyleqa 5ʹan, Heres El Cumhûrî li derdora Heleb û gundewarên wê bi cih kirin, ev êriş hatin kirin.

(fr)