46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê

Ji welatiyên ku di êrişên hovane yên çeteyên Hikûmeta Demkî  ya Suriye û dewleta Tirk ên li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê de birîndar bibûn, veguhestin nexweşxaneyên li bajarê Reqayê.

46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê
46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê
46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê
46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê
46 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguhestin nexweşxaneyên Reqayê
11 ÇILE, 2026   15:12
REQA

Ji birîndarên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku şevê din ji Helebê anîbûn Herêma Rêveberiya Xweser, 46 kes anîn Reqayê. 

Birîndarên ku veguhestin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqayê, niha tên dermankirin.

25 welatiyên birîndar ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî veguhestibûn nexweşxaneyên li bajarê Hesekê. 

Çav lir ê ye ku di saetên pêş de birîndarên din jî bigihîjinin herêmê.

Ji 6 heta 10’ê Çileyê (2026), çeteyên hikûmeta demkî ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helelebê ku piraniya şêniyên wan Kurd in kiribûn. Çeteyan bi  her cure çekên girin, tang, top û balafiran êrişên  hovane pêk anîbûn û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn.

(a)

ANHA