Kongreya Îslama Demokratîk Wezareta Weqfan a Sûriyeyê rexne kir

Kongreya Îslama Demokratîk Wezareta Weqfan a Sûriyeyê rexne kir û diyar kir “Wezareta Weqfan a Sûriyeyê em venexwendin Kongreya Yekitiya Xîtaba Îslamî û ev yek tê wateya dûrxistina zanayên ji Cizîra Sûriyeyê.”

Kongreya Îslama Demokratîk Wezareta Weqfan a Sûriyeyê rexne kir
18 sibat, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Weqfên Olî ya Sûriyeyê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê kongreya xwe bi navê Yekitiya Xîtabên Îslamî li dar bixin. 

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û hate gotin: “Eger pêkhateya zanyarî ya resen tev li kongreyê nebe, ew nêrînên li ser yekitiya xîtaba îslamî pêk nayên. Pêkhateya zanyar a resen di dîrokê de pira di navbera pêkhateyên civakê de bûn. Xîtaba mizgeftan bi dûrxistin û hilbijartinan ne pêkan e, ew li ser bingeha pirrengî, diyalog û parvekirine pêk tê.”

Her wiha Kongreya Îslama Demokratîk di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Dûrxistina wan ji kongreyê ne tenê kêmasiyekî rêveberiyê ye, ew kêmasiyekî zîhnî û neteweyî ye. Yekitiya xîtaba olî nayê wateya yekitiya nêrîn an jî kêmkirina pirrengiyê, ew tê wateya di gelek mijaran de li hev bikin. Eger hemû dibistan û herêm bi taybet nûnerên zanistî û civakî yên Cizîra Sûriyeyê tev li reforma olî nebin, ew bi ser nakeve.”

Kongreya Îslama Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Wezareta Weqfên Olî ya Sûriyeyê kir ku vê rêyê ji nû ve binirxîne û tiştê qewimî sererast bike û deriyê diyalogeke neteweyî veke ku her kes beşdar bibe.

(dc)